Zaroka 13 salî Emîna Hisên Xelef ya ku di êrişa dewletaTirk a dagirker û çeteyên a li Şehbayê birîndar bibû, şehîd bû.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê roja 19’ê Tebaxa borî gundên Hasîn, Qeramil, Bêlûniyê, Eyn Deqnê û navenda navçeya Til Rifetê yên Şehbayê topbaran kirin.
Di topbaranê de welatiya bi navê Xedîce Welo a 55’salî û zaroka bi navê Emîra Hisên Xelef a 13’salî, birîndar bûn.
Rêveberiya Nexweşxaneya Avrîn diyar kir ku Emîra Hisên Xelef ku 24 rojan di bin çavdêriyê de bû, şehîd bû.