Qeflên S-400 ên 13 û 14’an digihêjin erda Tirkiyê.
Birêveberiya Waşintonê jî wê mijara cezakirina Enqereyê lêkolîn bike.
Wezareta Parastinê ya Tirkiyê ragihand ku îro 2 balafirên din ên alavên S-400 derbasî Tirkiyê bûn.
Ango ev balafirên 13 û 14 ne heta niha li baregeha Akincî ya asmanî barê xwe danîne.
Berdevka wezareta derve ya Amerîkayê Morgan Ortagus jî teqez kir ku wê wezîrê derve û serok Trump hemû bijarteyên pêkan ji bo cezakirina Tirkiyê lêkolîn bikin.
Ew jî li gorî qanûna CAATSA.
Ortagus got:
Me berî niha bi awayekî pir zelal cezayên wê li Tirkiyê werin birîn, ragihandine.
Serokê Emerîka Trump duh encamên vê wergirtinê anî ziman û diyar kir ku wê Tirkiyê balafirên F-35 nebîne.
Ortagus diyar kir ku em gavan hema wisa navêjin, çimkî wê serok û wezîrê derve biryarên pêwîst li gorî qanûnên Ameîrkayê bistînin.
Duh serokê Amerîkayê Donald Trump gotibû:
Ji ber ku Tirkiye pergala S-400 bi dest xist, em ê nikaribin balafirên F-35 bifiroşinê, nemaze ku dewleta Tirk endama NATOyê ye.