Çalakiya pirtûkxaneya gerok a ji bo pênasekirina fikrê rêber Apo li Reqayê dest pê kir.
Çalakî di çarçoveya pêngava “Werin cenga azadiyê” de ye û Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê pê radibe.
Di destpêka çalakiyê de berdevkê Komîteya Ciwanan û Werzîşê ya Reqayê Mazlûm Kobanê axivî û got:
”Armanc ji vê hemleyê bilindkirina asta têkoşîna ciwanan û pêkanîna azadiya rêber Ocalan e.”
Mazlûm bang li ciwanan kir ku tevli hemleyê bibin û soza domandina xebatan heya azadiya Rêber Apo da.
Wê çalakiya pirtûkxaneya gerok li Reqayê 3 rojan dewam bike.
Hêjayî bîrxistinê ye ku ev çalakî li Minbic û Tebqayê jî pêk hat û li her bajarekî 3 rojan dewam kir.