Vê sibehê dewleta Tirk bi balafireke bê mirov û bi çek navenda bajarê Kobanê bombebaran kir. Meclisa Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê ev êriş şermezar kir.
Dewleta Tirk a dagirker vê sibê careke din bi balafireke bê mirov û bi çek êrişî Kobanê kir.
Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê derbarê êrişê de daxuyaniyek da û êriş şermezar kir.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Dewleta Tirk a dagirker kiryarên xwe yên hovane li dijî Sûriyê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne.
Vê sibê balafireke bêmirov a biçek a dewleta Tirk a dagirker avahiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê kir hedef.
Di encamê de zirarên madî bi avahiya meclisê de bûn.
Dewleta Tirk a dagirker hewl dide Rêveberiya Xweser û tecrubeya demokratîk a li herêmê bi têkbirina ewlehiyê û terorê, tune bike.”