Li dijî êrişa li gundê Til Ceman Meclisa Kongra Stara ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Meclisa Malbatên Şehîdan,û PYD’ê bi daxwiyaniyên cuda êriş şermezar kirin.
Piştî êrişê Meclisa Malbatên Şehîdan ber bi cihê bûyerê ve çûn.
Li cihê êrişê Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan Îhsan Şeblî bombebarana dewleta Tirk şermezar kir û got:
“Rojane balafirên dewleta Tirk li asîmanê herêmê digerin, û hêzên Koalîsyonê bêdengin ..”
Meclisa Kongira Star a Bakur û Rojhilatê Suriyê: Em ê li ser şopa şehîdên xwe bin
Meclisa Kongra Stara ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî daxuyaniyek da û got :
Şehîd Zeynep Mihemed û Yilmaz Şero bi fedakarî û vîneke xurt têkoşiyan û heta kêliya xwe ya dawî li ber xwe dan.
Em ê bi tekoşîn û xebata xwe bibin bersiv ji keda wan ya bi nirx re.
Meclisa Malbatên Şehîdan û PYD’ê hedefgirrina hevserokên edaletê şermezar kir
Meclisa Giştî ya PYD’ê jî hedefgirtina Zeynep Mihemed û Yilmaz Şero şermezar kir û soza meşa li ser şopa şehîdan da.
Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê bang li gelê herêmê kir ku li hember komployên li dijî destkeftiyên şoreşê bisekinin.