Rûspiyên Tebqa bang kirin: Dosyaya DAIŞ’ê çareser bikin

Rûspiyên Tebqayê operasyona ‘Mirovî û Ewlehiyê’ a li dijî şaneyên DAIŞ’ê silav kirin û diyar kirin ku xeteriya DAIŞ’ê hîn bi dawî nebûye. Ji bo wê jî rûspiyên bang li cîhanê kirin ku dosyaya çeteyên DAIŞ’ê çareser bikin û wan ji Bakur û Rojhilatê Sûrî derxin. 

Rûspiyên Tebqayê derbarê operasyona ‘Mirovî û Ewlehiyê’ a li dijî şaneyên DAIŞ’ê li kampa Holê ji ANHA’yê re axivîn.

Rûspiyê qebîleya El-Welda, Hamid El Ferec operasyon bi operasyona ‘ewlehî û aştiyê” bi nav kir û ev tişt anî ziman:

“QSD û Hêzên Asayîşê bi sibê û şev kar dikin da ku ewlehiya herêmê û şêniyan ji hemû êriş û gefan biparêzin.

Nexasim xetereya şaneyên DAIŞ’ê ku hîna ev xeterî li kampa Holê heye.”

Hamid El Ferec anî ziman ku şaneyên DAIŞ’ê destekê ji dewleta Tirk a ku bi hemû rêbazan hewl dide DAIŞ vejîn bike digirin.

Hamid El Ferec piştrast kir ku QSD’ê, jêdera ewlehiya herêmê ye û dê piştgiriya wê bikin da ku vê terorê tune bikin.

Rûspiyê êla El-Bû Xemîs a Tebqayê Hisên El Raşid jî derbarê heman mijarê de axivî û operasyona ‘Mirovî û Ewlehiyê’ silav kir.

Hisên El Raşid anî ziman ku xeteriya DAIŞ’ê hîna bi dawî nebûye û bang li cîhanê kir ku li hember DAIŞ’ê piştgiriya QSD’ê bikin.

Her wiha rûspiyê êla El Wehb a Tebqayê Cemal El Nihêtir got: ”Encamê operasyonê destekdayîna Tirkiyê ji DAIŞ’ê re raxist ber çavan.

Cemal El Nihêtir bêdengiya civaka navneteweyî li hember dosaya çeteyên DAIŞ’ê şermezar kir.

Û bang li wan kir ku çeteyan di dadgehên navneteweyî de darizînin û wan ji Bakur û Rojhilatê Sûrî derxin.

Back to top button