Kiryar û sûcên çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê dewam dikin. Çeteyan ji navçeya Cindirêsê 4 welatîyên din revandin.
Li gorî çavkaniyên ji Efrîna dagirkirî, çeteyan bi hincetên derew 4 welatî ji navçeya Cindirêsê revandine.
Li gorî çavkaniyan, navên welatiyan wiha ne:
Mehmûd Hîlal Xelef (28) ji gundê Celemê.
Elî Mihemed El- Kerîm (38) ji Cindirêsê.
Xelîl Hisên Hiso (34).
Hisên Ebdurehman Hiso ji gundê Aşkan Şerqî.
Hat ragihandin welatiyên hatine revandin ber bi cihekî nediyar ve hatine birin û çarenûsa wan heta niha nayê zanîn.