Partî û kesayetên siyasî bi boneya salvegera 8’an a damezrandina Tevgera Azadî serdana navenda partiyê kirin û pîrozbahiyên xwe pêşkêş kirin.
Gelek partî, rêxistinên siyasî, kesayet, rewşenbîr, siyasetmedar û welatparêz serdana navenda partiyê kirin.
Di peyaman de daxwazên azadiyê û xurtkirina têkoşînê ya li dijî dagirkeriyê hate dayîn û banga yekîtiyê hate kirin.
Endamê Desteya Serokatiya Tevgera Azadî Mihemed Ebdullah têkildarî salvegera damezrandina Tevgera Azadî axivî û got:
Tevgera Azadî di şert û mercên gelek zehmet de hat avakirin.
Mixabin ji destpêka damezrandina partiyê ve astengî hatin derxistin û rê nedan ku em yekemîn kongreya xwe bi awayekî eşkere lidarxin.”
Mihemed Ebdullah eşkere kir ku ji planên wan ê karkirinê yên ji bo dema pêş ewe ku kar û xebata partiyê li tevaya Iraqê berfireh bikin.