Partî û kesayetên siyasî bi boneya salvegera 8’an a damezrandina Tevgera Azadî serdana navenda partiyê kirin û pîrozbahiyên xwe pêşkêş kirin.
Her wiha bi heman boneyê li navçeya Ranyayê merasîmek hat lidarxistin.
Di merasîmê de nûnerên aliyên siyasî, çalakvan û kesayetên navçeyê jî amadebûn û Tevgera Azadî pîrozkirin.
Her wiha li navçeya Ranyayê jî bi heman armancê merasîmek hat lidarxistin.
Di merasîmê de nûnerên aliyên siyasî, berpirs û çalakvan û kesayetên navçeyê jî amadebûn û pîrozbahî li Tevgera Azadî dan.
Beşdaran pîrozbahî li berpirsên Tevgera Azadî pêşkêşkirin, kar û çalakiyên Tevgera Azadî bi giringî nirxandin.
Çalakvanê Civaka Sivîl Hawrê Kastro derbarê rola Tevgera Azadî de axivî û got:
“Tevgera Azadî pêngavên baş ji bo demokrasiya civaka Kurd, çareserkirina hemû pirsgirêkên civakê avêtiye.”
Di dawiya merasîmê de jî pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêşkêşî mêvanan hatin kirin.