Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo bi merasîmekê ʹGulsîtana Şehîdanʹ vekir.
Bi beşdariya bi sedan şêniyên Qamişlo, Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Qamişlo “Gulîstana Şehîdan” li taxa Elaya vekir.
Gulîstan ji aliyê dayika 3 şehîdan, Letîfe Hesen Elî ve hat vekirin.
Di merasîmê de hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo Mahsûm Hesen axivî û got: “Em wekî Meclisa Malbatên Şehîdan bi rêya mîna van projeyan xizmetê pêşkêşî gelê xwe dikin.”
Firehiya gulîstanê 2 donim e û bi dar û nebatan hatiye xemilandin, ji bo lîstokên zarokan û kafîterya jî heye.
Merasîm bi stran û gerandina xelekên govenê bi dawî bû.