Parlamentera partiya Çep a Almanyayê serî li OPCW da

Parlamentera Partiya Çep a Almanyayê Gokay Akbûlût serî li OPCW’ê da û xwest derbarê bikaranîna çekên kîmyewî û sûcên dewleta Tirk de lêpirsîn were destpêkirin.

Parlamentera Partiya Çep a Elmanyayê Gokay Akbûlût ji bo ku OPCW gavekê biavêje nameyek nivîsand.

Gokay Akbûlût, name ji Thomas Schîeb ê ku nûnerê Elmanyayê yê li OPCW’ê re şand.

Gokay di nameya xwe de bal kişand ser rapora Yekîtiya Bijîşkên Navneteweyî yên li Dijî Şerê Atomê û dîmenê gerîlayên ku bi çekên kîmyewî êrîşî wan hatiye kirin.

Gokay diyar kir gelek agahî û delîl hene ku dewleta Tirk çekên kîmyewî bi kar tîne û tekez kir ku li ser vî tiştî lêpirsîneke serbixwe hewce ye.

Tevî Fransa û Îngîltereyê û Elmanya jî di nav OPCW’ê de digire.

Lê wekî welatên din ên Ewropa, Almanya jî li hemberî bangên gelê Kurd û rêxistinên civaka sivîl hê tu gav neavêtiye.

Back to top button