1. Festîvala Çand û Hunera Şengalê bi xelatkirina kom û hunermendan bi dawî bû.
Yekemîn Festîvala Çand û Hunerê ya Şengalê 21’ê vê mehê dest pê kir û 3 rojan dewam kir.
Ferstîvalê di nava 3’ê rojan de berhemên çanda kevnar yên civakê ji nûve zindî kirin.
Bi sedan welatiyên Şengalê bi cil û bergên xwe yên gelerî rengekî ciwan dan festîvalê.
Doh roja dawî a festîvalê bû , têde gelek helbest hatin xwendin.
Û gelek komên Stranê û hunermendên ji Şengalê û dervey welat hunerên xwe pêşkêş kirin.
Jinên ku beşdarî Festîvalê bûn gotin; “Ev Festîval bêrîkirinên me anîn pêş çavên me.”
Dawiya fesîvalê de kom û hunermenêdn beşdarî bibûn, hatin xelatkirin.