Rêveberê navenda ragihandinê ya QSD’ê Ferhad Şamî diyar kir ku bi rêdan û planeke dewleta Tirk çeteyên Cebhet El-Nusra(HTŞ) li heremên dagirkirî hati bi cih kirin.
Şamî daxuyakirin ku ev çete ne tenê Efrînê wê li Bab, Ezaz, Cerablûs û Minbicê jî werin bicih kirin.
13’ê Cotmehê bi şanoyekî, di nava şev û rojekê de komên çete ê bi navê Cebha El-Şamiyê û Ceyiş El-îslam xwe ji nava Efrînê vekişandin û çeteyên Cebhet El-Nusra li van deveran bi cih bû.
Ev yek jî bi rêdan û desteka dewleta Tirk a dagirker pêk hatiye.
Rêveberê navenda ragihandinê ya QSD’ê Ferhad Şamî li ser hesabê xwe yê Twitterê derbarê mijarê de agahî parvekir.
Ferhad Şamî diyar kir ku çeteyên Cebhet El-Nusra(HTŞ) wekî DAIŞ’ê hevkar û dostên dewleta Tirk e û got.
“Dewleta Tirk hewil dide vê têkiliya xwe bi awayeke veşêre.
Herî dawî çeteyên El Nusra li ber çavê dewleta Tirkiyê ketin Efrînê.
Dewlet Tirk bi planeke eşker pêşiya Elqaîde vekir û li van deveran bi cih kir.”
Ferhad Şamî: Dewleta Tirk El-Qaîdê li Efrînê bi cih kir
Ferhad Şamî diyarkir îdayên dewleta tirk ku dibêje El-Nûsra li Efrînê derketiye nerast e, ev çete bi awayê ewlehî û leşkerî li efrîna dagirkirîne.
Şamî wiha bedewamî da axaftina xwe:
“Hin komên çete dixwazin Partiya Tirkmen a ku ji aliyê nîjadperest û îstîxbarata Tirkiyê de hatiye avakirin lewazbikin. Dewleta Tirk ji bo van çeteya têxe kontrola xwe El-Nusra karanî.
Lê ev plana wê berovajî lê qulibî.
El- Nusraya ku niha li Efrînê hatiye bicihkirin wê bi vê yekî re jî sînordar nemîne û nihaa amadekariya dike ku Cerablu, Bab, Ezaz û têxe kontrola xwe.”
Hêjayî bibîrxistinê ku Cebhet El-Nûsra navê xwe kiriye Tehrîr El-Şam û ew di lîsteya Terorê de ye.