Ji bo PKK ji lîsteya terorê were derxistin, ji Başûrê Kurdistanê bang hatin kirin.
Parêzer Newzad Mecîd, Nivîskar Muhterem Mihemed û Hunermend Ibrahîm Ehmed piştgiriya xwe ya kampanya îmzeyan re nîşan dan û gotin:
“Nayê qebûlkirin peyva terorê bi PKK’ê ve were kirin, ji ber ku PKK parastina mafên gelê Kurd dike.”
Ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê, hem çalakî û kampanyayên îmzeyan pêk tên û hem jî bang zêde dibin.
Der barê mijarê de parêzer ,nivîskar û hunermendên ji Başûrê kurdistanê jî bangên xwe tevli ya bi milyonan kirin.
Parêzer Newzad Mecîd diyar kir ku PKK rêxistineke siyasî ye û mafên gelekî diparêze.
Parêzer Newzad xwest li hemû beşên Kurdistan û cîhanê gelê Kurd bi xurtî tevlî kampanyayan bibin.
Nivîskar Muhterem: Bêyî sedem navê PKK’ê ketiye lîsteya terorê
Nivîskar Muhterem Mihemed jî dibêje:
“Herkes dizane PKK mafên kesî binpê nekiriye û bêyî sedem navê wê xistin nava lîsta terorê.”
Hunermend Ibrahîm: Divê hunermend pişgiriya PKK bikin
Hunermend Ibrahîm Ehmed jî der barê heman mijarê de helwest nîşan da.
Ibrahîm tekez kir divê hunermend û rewşenbîr roleke sereke di vî al de bilîzin, ji bo derxistina PKK’ê ji ‘lîsteya terorê’ yekdeng û yekhelwest bin.