Serokeşîrên Reqayê bang li dewletên navnetewî kirin ku li hember sûcên ku Tirkiyê dike bi erkên xwe rabin.
Rûspiyên eşîra El-Elî, Remedan El-Rehal anî ziman ku gerîlayên ku bi kîmyewî tên hedefgirtin gelê me diparêzin.
Remedan El-Rehal bang li Konseya Ewlekariyê ya NY’ê kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker rawestînin.
Rûspiyê eşîra El-Mûsa El-Dahir, Îbrahîm El-Hadî jî bêdengiya navneteweyî ya li hember sûcên Tirkiyê şermezar kir.
El-Hadî bang li Konseya Ewlekariya ya NY û saziyên eleqedar kir ku dawî li binpêkirinên dewleta Tirk bînin.