Projeya hingaran li Reqayê berfireh dibe

Piştî ku sala borî çandina sebzeyan di hingaran de bi ser ket, Komîteya Aborî ya Meclisa Sivîl a Reqayê îsal dîsa projeya çandina sebzeyan di 13 hingaran de da destpêkirin.

Komîteyê 13 hingar li 60 donim erdên çandiniyê li bajarokê El Kesrat ê başûrê Reqayê ava kirin.

Komîteya sala borî jî 13 hingar ava kiribûn û tê de gelek cureyên sebzeyan çandibûn.

Çavdêrê hingaran Fîras El Hemed derbarê mijarê de axivî û got:

“Îsal me dîsa ev proje li başûrê Reqayê da destpêkirin:

Kêmasiyên sala borî derketine, em derbas dikin.

Serketina projeyê, gelek cotkar teşwîq kirin ku projeyên wiha çêkin.

Heta niha cotkaran li gundewarnê Reqayê 15 hingar ava kirine.”

El Hemed diyar kir ku projeya hingaran dê rêgeza xwetêrkirinê pêk bînin.

Back to top button