Li wîlayeteke Avganistanê teqînek rû da.
Heta niha 34 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Îro vê sibê, mayînek di basekê li ser rêya wîlayeta Herat a Avganistanê de teqiya.
Di encamê de 34 kesan jiyana xwe ji dest dan û 17 jî birîndar bûn.
Piraniya wan jin û zarok in.
Berdevkê wîlayetê ragihand ku gava bas rêwî ber bi Kabula paytext ve dibir, mayîn teqiya.
Heta niha ti alîyî ev teqîn negirtiye ser xwe.