Bi sedan koçberên Efrînê û şêniyên Şehba li dijî dorpêça ku li ser wan hatiye ferzkirin, xwepêşandan li dar xistin û xwestin sotemenî derbasî herêmê bibe.
Hikûmeta Şamê ev 4 salin dorpêçeke giran li ser navçeya Şehba ferz kiriye û rê li ber derbasbûna madeyên xwarinê, sotemenî û kelûpelan digire.
Bi hatina zivistanê re û nebûna mazotê rewşa wan xirabe.
Firqeya 4’an a hikûmeta Şamê jî nahêle seharîcên sotemeniyê derbasî Kantonê bibin.
Şêniyên herêmê vê dorpêçê weke zextê li ser xwe û li ser Efrîniyên koçber ên ji ber êrîşên Tirk a dagirker û çeteyên wê koçber bûne, dibînin.