RÊVEBERIYA XWESER: HEMÛ PÊKHATE LI DIJÎ GEFAN YEKRÊZ IN

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê gefên Tirkiyê yên li ser herêmên Rêveberiya Xweser bi daxuyaniyekê şermezar kir û tekez kir ku Rêveberiya Xweser tevî hemû pêkhateyên xwe li dijî van gefan bi yekrêzî û bi hemû hewldanên xwe wê parastina xwe bike. Rêveberiya Xweser bang li civaka navdewletî kir ku li beramberî herêmê bi erka xwe rabe.

RÊVEBERIYA XWESER A BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ:
ARMANCA TIRKIYÊ TÊKBIRINA PROJEYA DEMOKRATÎK Û ARAMIYA HEYÎ YE

Rêveberiya bakûr û rojhilatê Sûrî îro li navçeya Eyn Îsayê civiya.

Civîna ku ji çapemeniyê re girtî du saetan dewam kir û rewşa siyasî û leşkerî ya herêmê hat nîqaş kirin.

Piştî civînê Rêveberiya Xweser a bakur û rojhilatê Sûrî daxuyaniyek da.

Di daxuyaniya Rêveberiya Xweser de weha tê gotin:

” Armanca dewleta Tirk ji zêdekirina gefan, têkbirina projeya demokratîk a Rêveberiya Xweser, têkbirina aramiyê û jiyana hevbeş a di navbera gelên Sûriyê de ye.”

RÊVEBERÎ Û BI HEMÛ PÊKHATEYÊN XWE LI DIJÎ GEFAN YEKRÊZ IN

Em wek Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî, gefên Tirkiyê yên bê berpirsyartî şermezar dikin.

” Em tekez dikin ku rêveberî bi hemû pêkhateyên xwe li dijî van gefan yekrêz in.

Û bi hemû rêbazan wê parastina xwe, aramî, ewlehî û jiyana hevbeş a herêmê bikin. ”

GELÊ HERÊMÊ ERKA XWE YA MIROVÎ PÊK ANÎ, LÊ CIVAKA NAVDEWLETÎ GEFAN PAŞGUH DIKE

Li vê herêmê tevî koçber û penaberan zêdetirî 5 milyon kes dijî.

Di zindanên herêmê de jî bi hezaran çeteyên DAIŞ`ê hene.

” Gelê Bakur û Rojhilatê Sûrî li dijî terorîstên cîhanê erka xwe ya mirovî pêk anî û bi hezaran şehîd û birîndar da. Lê îro civaka navdewletî gefên Tirkiyê yên li ser herêmê paşguh dike.”

Em ji cîhanê re teqez dikin ku em bi yekîtiya xaka Sûriyê re ne.

Di heman demê de projeya me ya siyasî, projeyeke demokratîk e, ne wekî îdiayên gera Astanayê ku dewletên garantor dibêjin projeya parçekirinê ye.

BILA CIVAKA NAVDEWLETÎ LI HEMBERÎ GEFAN BI ERKA XWE RABE

Rêveberiya Xweser a bakur û rojhilatê Sûrî daxuyaniya xwe bi vê bangê bi dawî kir:

Bang li civaka navdewletî bi hemû deste, rêxistinên navdewletî, mafnasî, raya giştî ya cîhanê û Koalîsyona Navneteweyî dikin ku li dijî gefên Tirkiyê bi erka xwe rabin, ji ber ku ev dagirkerî wê ewlehî û aramiya hemû dewletan têk bibe.

 

Leave a Reply

Back to top button