Serhildana “Jin, Jiyan, Azadî”

Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê greva giştîya tevî zextan jî dewam dike.
Li navçeyên paytexta Îran Tahranê xwepêşandan pêk hatin.

Li seranserê Rojhilatê Kurdistan û Îranê, xwepêşandan û çalakiyên di 16’ê Îlonê de piştî qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî re destpêkirîn, duh di roja xwe ya 95’an de dewam kir.

Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî ku bi pêşengtiya jin û ciwan li cîhanê deng vedayî pêktê.

Greva giştî tevî zextan jî dewam dike

Êşkence, girtin, cezayên bi darvekirinê, gulebaranên raste rast, kuştin û komkujiyan nekariye xwepêşandêran ji qadan vale bikin.

Doh li ser banga xwepêşanderan, di roja duyem a grevê de li gelek herêmên Rojhilatê Kurdistanê dikandaran dikanên xwe nevekirin.

Heman demê de li parkek Zanîngeha Sine hinek xwendekar, bi armanca balkişandina li ser cezayên bi darvekirin û pêkanîna wan, pankartên dirûşmeyên cuda cuda û benên darvekirinên hildan.

Heman şêweyî ji bo balkişandina li ser cezayên bi darvekirinê yên li ser xwepêşandaran tên sepandin, li pirek a bajarê Tehranê, benên darvekirinê hatin hildan.

Saetên şevê li bajarê Tehranê, di rêjeyek girseyî de xwepêşanderan li hinek navçeyên cuda cuda yên bajar daketin kolanan.

Merasîmê xwepêşandêrên hatine kuştin bi girseyî pêk tên

Xwepêşandêran teqezî kirin ku heta digihijin encamekê wê çalakiyên xwe bidomînin.

Li taxa Kulşarî ya bajarê Kerec, welatî daketin kolanan û dirûşmeyên dijî desthilatdariyê hatin gotin.

Heman awayî li bajarê Gurgan ê bakurê Îranê, ji bo Dr. Ayda Rostemî jî merasîmek girseyî pêk hat.

Dr. Ayda Rostemî 12’ê Kanûnê windabibû û roja piştî wê cenazyê wî ku bi êşkenceyê kuştibûn hat dîtin.

Li gor agahiyan, Ayda Rostemî ji ber ku xwepêşanderên birîndar ên Serhildanê derman dikir, hatibû revandin.

Cenazeyê Ayda Rostemî li bajarê Gurgan bi merasîmekê hate definkirin.

Biryare greva giştî û nerazîbûnên giştî yên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê berdewam bin.

Ji despêşa xwepêşandanan ve nêzî 470 kes hatine kuştin

Ji destpêka Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û heta niha nêzîkî 470 xwepêşander hatine kuştin.

Bêtirî 18 hezar kes hatine binçavkirin û girtin.

Her wiha nêzî 30 kes cezayê darvekirinê li wan hatiye birîn.

Metirsî heye ku cezayê darvekirinê yê 26 kesên din pêk were.

Her wiha heta niha cezayê bi darvekirinê yê 2 kesan hatiye pêkanîn.

Back to top button