Navenda Dîplomasiya Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo rawestandina êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmê di 2’yê Kanûnê de hemleya berhevkirina îmzeyan dabû destpêkirin. Îro navendê bi daxuyaniyekê encama hemleya xwe eşkere kir.
Daxuyanî li pêşiya avahiya Komîseriya Bilind a Kar û Barên Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (NY) li Qamişlo hat dayîn.
Di daxuyaniyê de banga rawestandina êrîşên dewleta Tirk li ser herêmên Bakur û rojhilatê Sûriyê hat kirin û hat gotin: “Pêngava komikirina îmzeyan ji aliyê 18 rêxistinên civaka sivîl ên herêmê ve hatibû destpêkirin.
Banga me ew e ku NY parastina jiyana sivîlan, erkên xwe yên mirovî û mafên mirovan pêk bîne.
Lîsteya Îmzeyan, wê ji bo NY bê şandin.