Parlamenterê Iraqê Ebas Şebek ragihand ku wê hêzên Heşdî Şeebî li Musilê bimînin û got; “Heşdî Şeebî dijî planên Tirkiye û terorîstan, garantiya parastinê ya Musil e.
Parlamenterê Iraqê Ebas Şebek ji medya Iraqê re axivî û got, wê xelkê Musil dijî dagirkeriyê bêdeng ne-mînin.
Ebas Şebek destnîşan kir ku Heşdî Şeebî planên kontrol-kirina bajêr ya ji aliyê dagirkeran ve jî pûç kirin.
Ebas Şebek got; “Waliyê berê yê Musil Esîl Nuceyf di pişt anîna hêzên Tirkiye ya ji bo wargeha Zêlkan deye.
Niha hebûna Heşdî Şeebî ya li Musilê, hemû planên dijî bajêr pûç-kiriye.
Xelkê Musil û derdorê, wê dijî hemû hewldanên dagirkerina bajarê Musilê, bêdeng nemînin û wê dijî dagirkeran jî ranewestin.”
Parlamenter Ebas dawiyê got: ”Wê hêzên Heşdî Şeebî li Musilê bimînin, Heşdî Şeebî dijî planên Tirkiye û waliyê berê Nuceyf, garantiya parastina Musilê ye.”