Li Bakurê Kurdistanê jî daxuyanî û bertekên tund li dijî komkujiya li Parîsê û binçavkirina rêveberên DBP’ê hebûn. Her wiha di van bertekan de êrişa li Parîsê hat şermezarkirin û bang li rayedarên Fransayê kirin ku demildest qetlîamê zelal bikin.
Colemêrg
Parlamenterê HDP’ê yê Colemêrgê Saît Dede axivî û da zanîn ku komkujî bi zanebûn hatiye kirin û xwest her kes li ber vê komkujiyê rabe.
Rêxistina HDP’ê ya Colemêrgê jî daxuyanî da.
Hevserokê HDP’a Bajêr Lokman Ozdemîr diyar kir ku her roja ku diçe zext û komkujiyên li ser gelê kurd zêde dibin û ew ê li dijî êrişan li ber xwe bidin.
Wan
Navenda Çand û Hunerê ya Aryen a Wanê jî li ber avahiya xwe daxuyanî da û komkujiya li Parîsê şermezar kir.
Muzîkjen Baran Sari axivî û bang li hikumeta Faransayê kir ku kujeran derxe holê.
Piştre çalakiya rûnştinê hat lidarxistin û stranek ya hunermend Mîr Perwer hat strandin.
Êlihê
Bi heman boneyê li Êlihê jî Rêxistina HDP’ê ya Bajêr li ber avahiya xwe komkujî şermezar kir.
Parlamentera HDP’ê Feleknas Ûca axivî û got:
“Heke komkujiya 3 jinên kurd a 10 sal berê bihata ronîkirin, wê îro ev komkujî pêk nehata.
Ji ronîkirina komkujiyê hikûmeta Fransayê berprisiyar e.”
Hatay
Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Îksenderûnê jî li ber avahiya xwe operasyona li dijî DBP’ê û komkujiya Parîsê şermezar kir û gotin: “Divê êriş û qetlîamên li dijî kurdan bi dawî bibin.”