Çavêdêr Perwerdeyê yê Rêveberiya Giştî ya Dibistanan a Minbicê dibêje ji ber êrişên Tirkiyê bi hezaran xwendekarên li Minbicê bê perwede mane.
Osama El-Ehmed diyar kir ku dewketa Tirk a dagirker êrişên li dijî herêmê didomîne, binesazî, nexweşxane, dibistan û mizgeftan dike armanca êrişan.
El Ehmed got: ”Xeteriyek mezin li dibistanên li ser sînor hene. Ji ber ew nêzî eniyên şer in. Ji ber êriş û xeteriya heyî dibistan hatin girtin.”
El Ehmed destnîşan kir ku ji be êrişan bi hezaran xwendekar bê perwerde mane û got: ”Êrişên dewleta Tirk li dijî nirxên mirovahiyê ye.”