76 Şehîdên mehên Îlon, Cotmeh, Mijdar û Kanûnê li Girkê Legê hatin bi bîranîn

76 cangoriyên azadiyê yên mehên Îlon, Cotmeh, Mijdar û Kanûnê li Girkê Legê hatin bi bîranîn.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Navçeya Girkê Legê ji bo 76 şoreşgerên ku di mehên Îlon, Cotmeh, Mijdar û Kanûnê de şehîd bûne merasîmeke bîranînê li darxist.

Merasîm li Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a bajarokê Rimêlan bi beşdarbûna bi sedan malabtên şehîdan hate lidarxistin.

Di merasîmê de sînevîzyonek li ser 76 şehîdan hate pêşandan.

Di dawiyê de nasnameyên şehîdan hatin xwendin.

Back to top button