Dewleta Tirk duh careke din êrişî herêmê kir .
Vê carê jî berê topên xwe da Eyn Îsa, Til Temir û Kobanê.
Şevê din Dewleta Tirk gundê Seyda û rêya M4 ên rojhilatê navçeya Eyn Îsayê topbaran kir.
Dagirkeran aliyê rojavayê navçeyê jî topbaran kir.
Beriya wê jî balafireke bêmirov a biçek a dewleta Tirk gundê Uca yê Til Temirê bombebaran kir.
Hat raghandin ku di encamê de zirarên madî çêbûne.
Heman dagirkerî gundê Baxdikê û Deve Mixar yê Kobanê jî da ber topan.