Zext û terora dewleta tirk û hêzên wî yên li hemberî Kurdan bi dawî nabin.
Li Amedê polîsan welatiyê bi navê Emre Elaltûnterîn bê hecet dan sekinandin û lêxistin.
Di 14’ê Kanûnê de li Amedê welatiyê bi navê Emre Elaltunterîn ji aliyê polîsan ve hatibû êşkencekirin
Dîmenê wexta ku polîs êşkenceyê li ciwanê bi nav dikin derketin holê
Polîsan bi hêceta kontorolkirina nasnameyan wî didin sekinandin.
Dema Emre ji polîsan re dibêje ji bo nimêje dereng mam tê êşkencekirin.
Piştî derbkirina Emre yê ji aliyê polîsên tirk ve Emre tê binçavkirin û rojek girtî dimîne.
Di dîman de tê dîtin ku polîs gava ji Emre dipirsin
“tu bi çî xwe bawer dikî?”, ew jî dibêje “Ez ji xwedayê xwe bawer dikim.” polîs şîmaqê li ser çavê wî dixe.
Piştî dîmen li medyaya Dîjîtal belav bûn rastî bertêkên tund hat
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê têkildarî îşkencekirina Emre Elal-tunterîn ragihand ku dê li Serdozgeriya Komarê ya Amedê gilî bike.