Endama Koordînesyona Kongra Star Rîhan Loqo êrişên dewleta Tirk yên li ser gelê herêmê şermezar kir û got:” Sûcên dewleta Tirk rê li pêşiya têkoşîna me nagirin, em ê heta dawiyê têkoşîna xwe li hemberî êrişan mezin bikin”.
Balafireke bêmirov a biçek ya dewleta Tirk di 24’ê Kanûnê 2022’an de, çewilka mirîşkan a li ser rêya gundê Mizgeftê yê navçeya Tirbêspiyê bombebaran kir.
Di encamê de zarokek û 3 karker jin birîndar bûn ku di nava çewilkê de kar dikin.
Endama Koordînesyona Kongra Star Rîhan Loqo êrişên dewleta Tirk şermezar kir û diyar kir ku ji destpêka şoreşa 19`ê Tîrmehê ve êriş ranewestiyane û di radeya yekemîn de jin û pêşengên şoreşê têne hedefgirtin.
Rîhan anî ziman ku dewleta Tirk gelek komkujî li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne.
Rîhan bêdengiya hêzên navneteweyî li hember sûcên dewleta Tirk şermezar kir.
Endama Koordînesyona Kongra Star Rîhan Loqo di dawiya axaftina xwe de soza mezinkirina têkoşîn û berxwedanê ji bo parastina mafên jinan û eşkerekirina sûcên dewleta Tirk a dagirker da.
Malbata Sewre Meter: Tevî êrişan em ê dev ji cih û warê xwe bernedin