Li welatên Ewropayê meha derbasbûyî pileya germahiyê zêde bû û encam hatibû derbaskirin.
Hate ragihandin ku tenê li Hollandayê nêzê 400 kes ji ber germahiyê jiyana xwe ji dest dane.
Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Ajansa Îstatîstîk a Hollandayê ve hatî dayîn, di navbera dîroka 22-27’ê Tîrmehê de ji ber germahiyê bi sedan kes jiyana xwe ji dest dane.
Li gorî daxuyaniyê, di vê dîrokê de bi giştî 2 hezar û 964 kesan jiyana xwe ji dest dane û hate diyarkirin ku li gorî rêjeya hefteya demsala havînê 400 kesên din zêdetir bûne.
Di daxuyaniyê de hate gotin;
“Germahiya zêde gelek kurt bû lê germahiya li Hollandayê heta roja îro pîvan şikandiye.”
Li gorî daxuyaniya ajansê kesên di navbera 22-27’ê Tîrmehê de jiyana xwe ji dest dane, piraniya wan 80’ê sal derbas kiribûn.
Li Fransa, Elmanya, Belçîka û Brîtanyê meha Tîrmehê gelek germ bû li Hollandayê jî sala 1994’an ve pileya germahiyê ya herî zêde hatibû pîvan.