Serokê parlamentoya Iraqê bi şandek xelkê Şengalê re civiyaye û piştgiriya xwe ya ji bo Êzidiyan aniye ziman.
Ofîsa serokê Parlamentoya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku serokê parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî şandeke ji Şengalê pêşwazî kiriye..
Gorî heman daxuyaniyê di civînê de, şandeyê pêşniyarên xwe ji bo çareserkirina pirsgirêk û pêwîstiyên herêmê pêşkêşî Helbûsî kirine.
Di nava wan de jî rêveberin, ewlekarî û rewşa penaberan hatiye guftugokirin.
Her wiha hate gotin ku serokê parlamentoyê di civînê de piştgiriya xwe ya ji bo civaka Êzidî aniye ziman.
Di dawiyê de jî hate gotin Mihemed Helbûsî ragihandiye ku ji bo pêşwazîkirina mafê hemû pêkhateyan li Iraqê, bi aliyên peywendîdar re kar dikin.