Şaredariya Gel a Qamişlo civîna xwe ya salane ya bi diyarkirina plansaziya sala nû bi dawî kir.
Şaredariya Gel a Qamişlo civîna xwe ya salane ya bi komînan re li dar xist.
Di civînê de xebatên sala 2022ʹyan de hatin nirxandin û plansaziya sala nû hat diyarkirin.
Civîn li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo a bajarê Qamişlo hat lidarxistin.
Di civînê de rapora sala 2022’an a şaredariyê hat xwendin û yên sala nû hatin diyarkirin.
Ji wan projeya qîrkirina taxên bajêr, sererastkirina kanalîzasyona xetên sereke û şaxî.
Û berfirehkirina torên avê li taxa Hîlaliyê, Xerbî û Qenat Siwês.
Piştî xwendina rapora salê bi dawî, sînevîzyonek li ser xebatên şaredariyê hat pêşandan.
Piştre rapor hat nîqaşkirin û hin pêşnyar hatin kirin.
Şaredariyê destnîşan kir ku ew ê van pêşniyaran bi awayekî berfireh lêkolîn bikin.