Hêzên Parastina Gel ragihand ku, artêşa Tirk li Çemço li hember çeperên berxwedanê yên gerîlayan bi çekên qedexekirî êrîşan dike.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî êriş û sûcên şer ên arteşa Tirk daxuyaniyek da
Di daxuyaniya xwe de HPG’ê got:
27’ê Çileyê çeperên berxwedanê yên gerîlayan ên li derdora herêma Çemço ya nehiya Şêladizê ya navçeya Amediyê bi bombeyên qedexekirî hatin bombekirin.
Heman rojê Artêşa dewleta Tirk a dagirker hewl da çeperên şer ên gerîla yên li nêzî gundê Sîda yê nehiya Şêladizê ya navçeya Amediyê bi kepçe û dozeran hilweşîne.
Her wiha qadên berxwedanê 7 caran bi balafirên şer û bi dehan caran jî bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.