Li dijî dagirkirina şaredariyên HDP’ê ji aliyê qeyûman ve, bertek û nerazîbûn her ku diçe zêde dibin. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan
Bertek û nerazibûnên li dijî erkdarkirina qeyûm li Şaredariyên HDP’ê yên Amed, Wan û Mêrdînê her ku diçe zêde dibe.
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan dagirkirina qeyyûman li Amed, Wan û Mêrdînê ji Ajansa ANF’ê re nirxand.
Bûldan diyar kir ku dagirkirina şaredariyên HDP’ê pêvajoyeke bi plane û got:
“Ev ne nû ye, di dîroka Tirkiyeyê de her dem şer hatiye tercîhkirin û bi gelê xwe re aştî nekiriye.
Lê di her hevdîtina me ya bi Ocalan re, Ocalan qala aştiyê dikir.”