Li Fransa li dijî teqawidiyê hêrsa gel

Hikumeta Serokomarê Fransa Macron di tengaviyê de ye.
Hêrsa li dijî biryara reforma teqawidiyê, welat veguherandiye cihê hêrsê.
Di xwepêşandanên li ser asta welat pêk hatin de, bêtyirî 1 mîlyon kes li qadan bûn.
Di navbera xwepêşandêr û polîsan de pevçûnên dijwar rû dan.

Li kolanên bajarên Fransa dengê xwepêşandêran kêm nabe.

Hêrsa li dijî biryarên hikumeta Fransa kolan veguherandine qadên pevçûnê.

Li gelemperiya Fransayê bi banga sendîkayan li dijî reforma ku temenê teqawîtbûnê 2 salan bilind dike hêrsek zêde ye.

Hikumet jî berya reform li meclisê bikeve dengdanê û were erêkirin dixwaze bixe meryetê.

Li Fransa bêtirî mîlyonek kes daketin qadan

Xwepêşandêr jî li dijî vê yekê derdikevin û dixwazin hikumet dest ji vê polîtîkaya xwe berde.

Li Dijon, Rennes û Rouenê di navbera polîs û xwepêşanderan de alozî derket.

Li paytext Parîsê pevçûnên dijwar di navbera polîs û xwepêşandêran de rû dan.

Sendîkayên karkeran: Xwepêşandan wê dewam bikin

Sendîkayên karkeran li ser xwepêşandanan daxuyaniyeke hevbeş dan.

Sendîkayan bang kir ku li dijî reformê dawiya heftê û 28’ê Adarê xwepêşandanan li dar bixin û roja Sêşemê jî biçin grevê.

Di xwepêşandanan de 172 kes hatin binçavkirin

Wezîrê Karên Hundir ê Fransayê Gerald Darmanin di daxuyaniya xwe ya ji bo çapemeniya herêmî de diyar kir ku di çalakiyan de herî kêm 172 kes hatine binçavkirin.

Her wiha 149 polîs û hêzên ewlekariyê jî birîndar bûne.

Darmanin diyar kir ku li seranserê welêt 140 şewat hatine vemirandin û li Parîsê jî 50 şewat hê jî didome.

Li gorî organîzatoran li Fransayê 3,5 milyon û li gorî Wezareta Karên Hundir jî milyonek û 89 hezar kes beşdarî xwenîşandanan bûne.

Dijberên reformê deriyê şaredariya bajarê Bordeauxê jî şewitandin.

Serokwezîr Elisabeth Borne, di daxuyaniya xwe ya li ser Twitterê de, diyar kir ku tundî û wêraniya ku di xwepêşandanan de qewimîn “nayê qebûlkirin”.

Di serî de ragihandina rêyên hesinî, metro, otobus, sektora gazê, bendergeh, stasyonên sotemeniyê, balafirgeh û sektora bermehiyan, li tevahiya welêt li gelek sektoran çalakiyên blokajê û grev hatin kirin.

Di asta ji sedî 15 de li sotemeniyê kêmasiyan rû dan.

Midûriyeta Giştî ya Hewakariya Sivîl jî ji şîrketên rêyên hewayî xwest ku roja Înê ji sedî 20 heta 30 ê seferên balafiran betal bikin.

Sendîkayan ji bo 28’ê Adarê careke din banga çalakiyên di asta neteweyî de kirin.

Back to top button