Endama Desteya Rêvebir a Navendî ya HDP’ê Îdîl Ûgûrlû jî, di nav de 5 jin hatin girtin.
Endama Desteya rêbebir a Navendî ya HDP’ê Îdîl Ûgûrlû, Dayika Aştiyê Behiye Yalçin, Selma Demir, Hayat Îzgî û Newroz Çelîk 22’ê Adarê li Îzmîrê di operasyonên qirkirina siyasî de hatin binçavkirin.
Dozgeriyê, bêyî ku îfadeyê her 5 jinan bigire, “Endamtiya rêxistinê” û gotinên şahîdên eşkere, kirin hincet û bi daxwaza girtinê sewqê Dadgeriya Silh û Cezayê kirin.
Dadgehê, her 5 jin girtin.
Tevlîbûyîna xebatên HDP’ê û TJA’ê ya jinan, sûc hat dîtin.
HDP’ê ji ber girtinan bertek nîşanê desthilatdariyê da
Desteya Birêvebir a Navendî ya HDP’ê, li dijî vê daxuyaniyeke nivîskî da û got: “Hevalên me bi awayekê ne-hiqûqî hatin girtin.
Çawa ku bi operasyonên li dijî partiya me yên 7 salên dawîn tu encam nehatin girtin wê bi operasyonên ji niha û pê ve jî tu encam neyên girtin.
Ev operasyon, rojên dawîn ên desthilatdariyê ne.
Rojên ku ewê jî, li ber darazê hesab bidin, nêz in.