Hêzên Parastina Gel HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker 59 caran ji hewayî û bejahî ve êrişî çeperên berxwedanê yên gêrîla kir.
Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi vî rengî ye:
“Êrişên artêşa Tirk a dagirker yên li dijî Herêmên Parastina Medaya yê berdewame.
Dagirkeran 24’ê Adarê qada Girê Çarçêl û derdora gundê Şêlazê yên Metînayê 2 caran bi balafirên şer bombekirin.
25’ê Adarê jî Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, Girê Şehîd Kamûran û derdora Çemê Lolanê yên Xakurkê û çeperên me yên berxwedanê yên li qadên Çemço û Sîdayê rastî êrişan hatin.
Li van herêman darikeran 57 caran bi obus, hawan, tank û çekên giran êriş pêk anîn.”
https://anfkurdi.com/kurdistan/artesa-tirk-a-dagirker-59-caran-eris-kir-167952