Konseya Ewropayê bal kişand ser binpêkirinên mafên mirovan ên di pêvajoya hilbijartinê de û got ku Tirkiye “dijminane” tevdigere û jê xwest ku dawî li vê nêzikatiya xwe bîne.
Komîseriya Mafê Mirovan a Konseya Ewropayê (KE), têkildarî operasyonên siyasî ên Tirkiyê ku gelek hatibûn binçavkirin û girtin, daxuyanî da.
Konseya Ewropayê: Pêwîste Tirkiye dest ji helwesta xwe ya dijminane berde
Di daxuyaniyê de Komîseriya Mafê Mirovan bertek nîşanî Tirkiyê da û got: “Tirkiye bi nêzikatiyeke dijminane nêzî parastvanên mafên mirovan, rojnameger û parêzeran dibe û divê dev ji vê nêzikatiya xwe berde.”
Konseya Ewropayê: Ev girtin û binçavkirin rê li ber fikaran vedike
Komîseriyê bi bîr xist ku platformên medyaya dijîtal tên astengkirin, li dijî rojnameger û dezgehên çapemeniyê her tim doz tên vekirin û wiha got: “Her wiha RTUK ji ber nûçeyên rexneyî cezayên pereyan ên giran dide.
Astengiyên din ên li pêşiya xwegihandina agahiyê, di heman demê de bandoreke neyînî li ser rojnameger û dengên rexnegir jî çêkiriye.”