Bi boneya roja zimanê Kurdî şahiyek li dibistana Amara ya bajarê Amûdê hat li darxistin.
Di çalakiyê de Malbatên xwendekaran, rêveberên dibistanan, malbatên şehîdan û saziyên rêveberiyê amade bûn.
Di şahiyê de bi navê Rêveberiya dibistanê, Xada Gêlo axivî û got:
Em ê her tim zimanê xwe ji tunebûnê biparêzin û hemû hewldanên qirkirina vê zimanê vala derbixin.
Piştre xwendekaran helbest û stran gotin.
Her wiha pêşengeheke karê destan ku ji aliyê xwendekarê beşa amadehî û navîn ve hatibû hazirkirin hate vekirin.
Di pêşengehê de wêneyê bi destan hatine xêzkirin, danîna alavên çandî û karê destan hatin pêşandan.