Salih Gedo: ENKS banga mirinê li gelê Efrînê dike

Partiya ENKS a ku ji aliyê îstîxbarata tirk ve tê fînansekirin, ji destpêka şoreşa Rojava ve bi dijminan re dixebite û bi nirxên neteweyî yên gelê Kurd dilîze.
ENKS’ê, tevî revandin, kuştin û talankirina dewleta tirk û çeteyên wî propagandaya vegera Efrîniyan li malên wan dike.
Sekreterê giştî yê Partiya Çep a Demokratîk a Kurd a Sûriyê Salih Gedo têkîldarî mijarê axivî û diyar kir ku siyasetên ENKS’ê dişibin êrişên çeteyên ku hewl dan şoreşa Rojava bifetisînin.

ENKS ji destpêka Şoreşa Rojava ve bi dijmînên ku dixwazin Kurdan qir bikin û destkeftiyan wan tine bikin, bi wan re dixebitin û li ser yek armancê bûye hevkarê wan.

Ji destpêka dagirkiran Efrînê a ji aliyê dewleta Tirk û çeteyen wî hat dagirkirin, kirinên wekî kuştin, revandina sivîlan, talankirina malên gundiyan û destavetin heya roja îro kêm nebû û her diçe zêdetir dibe.

Tevî kirinên yên dewleta Tirk û çeteyên wî ENKS ya ku wek “Însiyatîfa Nîştimanî ya Kurd” bi nav dike, bi banga vegera li Efriniyan, rista xwe xiyanatê radixîne berçavan.

Salih Gedo: ENKS hevparê êriş û komkûjiyên li dijî Rojava ye

Têkîldarî banga ENKS ya ji bo vegera şeniyan li Efrînê Salîh Gedo axivî û got;

“Rewşa ku îro li Efrînê derketiye holê, ji aliyê hemû sazî û rêxistinên mafên mirovan ve tê dîtin. Dewleta Tirk niha bi ENKS’ê re ji bo dagirkeriya xwe rewa bike û mafdariyê bi dest bixe, dixebite. dewleta Tirk ENKS’ê bi kar tîne.”

Salih Gedo got ENKS’ê xwe kiriye berdestiya dewleta Tirk û wiha pê de çû:

“Heke ENKS bi rastî jî li berjewendiyên gelê Kurd difikire, divê Efrîn nebe beşek ji Koalîsyona Neteweyî ya Sûriyê (KNS) ku Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirine. Divê nebin şirîkên qetilkirina gelê Kurd.

Salih Gedo anî ziman ku ENKS ji dema tevlêbûna xwe ya nava KNS’ê û vir ve, tu xizmet ji gelê Kurd re nekiriye û di dawiya nirxandina xwe de got:

“ENKS xizmeta gelê Kurd nake.ENKS hevparê êriş û komkujiyên li dijî Rojava ye. Divê ENKS dest ji vê yekê berde.”

Back to top button