Şaredariya Gel a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye ji bo projeyên hilweşandina avahiyên zirardîtî û yên metirsîdar, mazota depokirî ku ji bo xebatên paqijiyê û xebitandina firine û nexweşxaneyê veqetandibû, xerc dike.
Rêveberê Nivîsgeha Fenî ya Şaredariya Gel a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Ednan Caro got:
Komîteya Ewlehiyê xebatên xwe yên hilweşandina ban û balkonên zirardîtî didomîne.
Pêdiviya me bi mazotê û madeyên çaksaziyê zêdetir bûye, lê belê derbaskirina amûrên pêwîst ji bo herdu taxan zehmet e.
Ji ber ku hikumeta Şamê her du tax dorpêç kiriye û nahêle tiştek derbasî wir bibe.
Ednan Caro diyar kir ku havîn hat û eger xebatên paqijiyê di dema bê de bên rawestandin dê çop û gemar bi awayekî mezin belav bibin û wiha anî ziman:
Di encamê de dê nexweşî gelekî belav bibin.
Ji ber wê jî metirsiyeke mezin li pêşiya herdu taxan heye, firin û nexweşxane dê rawestin ku di dawiyê de dê jiyana welatiyên li her du taxan bixe xetereyê.