Jinên ji pêkhateyên cuda yên Minbicê jî li dijî tecrîdê bertek nîşan da û got:
“Heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan em ê li qadan bin.”
Welatiya bi navê Sena Receb a Çerkez û ji Minbicê got:
“Dewleta Tirk ji tecrîdê armanc dike vîna gelên azad bişikîne..”
Sena soza berdewamkirina têkoşîn û berxwedanê da..
Henan Mihemed a ji pêkhateya Ereb banga bidawîkirina tecrîdê kir û got:
“Bi saya fikrê wî yê azad jinan mafên xwe bi dest xistin.
Êdî şoreşa wî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li seranserî cîhanê bû model.”
Rama Berkel jî bang li rêxistinên navneteweyî kir ku hesabê ji dewleta Tirk bipirsin.
Xenîme Taha ya ji pêkhateya Turkmen jî dibêje:
“Heta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk neyê em terka qadan nakin.”
Şêniyên Kobanê cezayê dispilînê li dijî Rêber Apo şermezar kirin