HPG’ê ragihand li Qada Berxwedanê ya Girê FM’ê 7 caran bi çekên giran derb li dagirkeran hate xistin.
Li ser êrişên arteşa Tirk a dagirker jî HPG’ê eşkere kir ku qadên wan bi giştî 344 caran hatin bombebaran kirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û êrişên dewleta Tirk daxuyaniyek belav kir.
HPG’ê diyar kir hêzên wan li Qada Berxwedanê ya Girê FM derb li dagirkeran dan û got:
16 û 17’ê Tîrmeh ê dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê FM bûn armanca gerîlayan û bi çekên giran li wan hate xistin.
HPG: Qadên berxwedanê bi giştî 344 caran hatin bombekirin
Bi domdarî HPG’ê bibîrxist êrişên arteşa Tirk a dagirker dewam dikin û ev agahî dan: 15 û 16’ê Tîrmehê herêên Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, Garê û Xakurkê bi giştî 14 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.
18’ê Tîrmehê Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî jî 4 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.
Her wiha 16’ê Tîrmehê Qadên Berxwedanê yên Zap, herêma Rojavayê Zap, Metîna û Xakurkê jî 326 caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.”