Welatiyek Efrînê piştî dersînorkirina wî ji Tirkiyê, ji aliyê Istîxbarta Tirkî ya li Efrîn hate revandin û yek ji wan jin 3 welatî piştî dayîna fidyeyê hatin berdan.
Efrîn NEWS 24 ragihand ku piştî dersînorkirina welatiyê bi navê Mihemed Hidik ê ji gundê Dêr-sewan Istîxbarta dewleta Tirk ew revand.
Hat diyar kirin ku Hidik bi behaneya ku berê bi Rêveberiya Xweser re kar kiriye hate revandin û heya niha aqûbeta wî nayê zanîn.
Piştî dayîna fidye yek ji wan jin, 3 welatî hatin berdan
Efrîn POST jî da zanîn ku çeteyên bi navê Ewlehiya Siyasî yek ji wan jin 3 welatiyên ku revandibûn, li hember dayîna fidyeyê berdan.
Navên kesên hatine berdan jî wiha ye:
Newal Henan li hember 400 dolarî.
Ebdellah Henan li hember 400 dolarî û Hemûda Wehîd li hember 600 dolarî hatin berdan.