Endamên Partiya Sûriya Pêşerojê destnîşan kirin ku sûcên dewleta Tirk a dagirker li herêmên dagirkirî, êdî eşkere bûn û hêzên navneteweyî bi dewleta Tirk re hevkar in.
Endamê Meclisa Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Îbrahîm El Qeftan der barê siyasetên dagirkeriya Tirkiyê de wiha axivî:
“Hîn jî dewleta Tirk a dagirker hemû rêbazên tirsandinê li dijî şêniyan didomîne û hewl dide ku temenê aloziyê dirêj bike û çareser neke.
Bi siyaseta xwe ya Osmanî hewl dide xaka Sûriyê ji Sûriyê qut bike û bi dewleta Tirk ve girê bide.”
El Qeftan destnîşan kir ku dagirkeriya Tirkiyê dixwaze gel birçî bike û hemû deverên dagirkirî dorpêç bike û gelê wê biçewsîne.
Serokê Nivîsgeha Partiya Sûriya Pêşerojê Gidêran Welîd Mûsa jî derbarê helwestên hêzên navneteweyî ya li hember kiryarên dewleta Tirk a dagirker wiha got:
“Wan tu daxuyanî derbarê binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker de yên li dijî xaka Sûriyê nedane.
“Bêdengiya hêzên navneteweyî nîşan dide ku ew hevkarên wê ne û dagirkerî qebûl kirine.”