Yekitiya Rojnamevanan a Navneteweyî bang li dewleta Tirk a dagirker kir ku derbarê êrişa dijî erebeya Jin TV’ê lêpirsînekê dest pê bike.
Yekitiya Rojnamevanan a Navneteweyî li ser malpera xwe ya fermî, daxuyaniyeke kurt weşand û banga rawestandina êrişan li dijî rojnamevan û karmendên ragihandinê kir.
Yekitiyê bang li desthilata Tirk kir ku bilez lêpirsînekê çêkin, hesab ji sûcdaran bipirsin û got:
Divê rojnamevan û karmendên ragihandinê neyên hedefgirtin û derfet ji wan re bê dayîn ku bê mudaxele karê xwe bikin.