Heyet El Eşayirî a Şengalê bi daxuyaniyekê êrişa dewleta Tirk a dagirker li dijî YBŞ’ê ku di encamê de sê fermandarên YBŞ’ê şehîd bûn, şermezar kirin û got:
“Ev êrîş binpêkirina serweriya Iraqê ye, em vê bê dengiya Iraqê şermezar dikin.”
Heyet El Eşayirî a Şengalê derbarê derbarê êrişên li ser Şengalê de daxuyanî da, daxuyanî ji aliyê Berdevkê Heyet El Eşayîrî a Şengalê Omer Salih hat xwendin û got:
“Dewleta Tirk ev tawanê hovane û xayîn li dijî hêz û welatiyên me yên bê guneh pêk anî.
Ev ne cara yekê ye ku dewleta Tirk sivîl û şervanên pêkhateya Êzîdî dike armanc.
Ev êrîşên hovane binpêkirina peyman û peymanên navnetewî ye.”
Di dawiya daxuyaniyê de Omer Salih bang li hikûmeta Iraqê kir ku dawî li binpêkirinên dewleta Tirk û kuştina civaka Êzidî yên li Şengalê bînin.
Daxuyanî bi durşmên Şehîd Namirin, Bimire Xiyanet ve bidawî bû.