Çete rê nade rêxistina Emerîkî ya rizgarkirinê ku derbasî Serê Kaniyê bibe

Rêxistina Amerîkî ya rizgarkirina birîndaran ragihandin ku ew niha nêzî bajarê Serêkaniyê ne, lê çeteyên dewleta Tirk herêmê topbaran dikin û derfetê nadin ku em derbas bibin û birîndaran derman bikin.

Tîmek ji bijîşkên Rêxistina Amerîkî ya rizgarkirina birîndaran û Heyva Sor a Kurd berê xwe da bajarê Serêkaniyê da ku birîndarên li Nexweşxaneya Roj derman bikin.

Nexweşxane ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve tê topbarankirin û dagirker û çeteyên wê derefetê nadin ku tîmên tenduristiyê derbasî bajêr bibin.

Bijîşkê bi navê David Youbang ji Rêxistina Amerîkî ya rizgarkirina birîndaran got,

Em niha li gundê Esediyê ne lê artêşa Tirk a dagirker û komên alîgirê wê derfet nadin ku derbasî bajêr bibin û birîndaran rizgar bikin.

Hevseroka Heyva Sor a Kurd Cemîla Hemê jî ragihand ku 3 erebeyên ku bijîşk di wan de ne, dixwazin derbasî bajêr bibin lê çeteyên Tirkiyê herêmê topbaran dikin û derfetê nadin ku derbas bibin.

Rêxistina Amerîkî ya rizgarkirina birîndaran rêxistineke sivîl e û birîndaran ji herêmên şer derdixe.

Leave a Reply

Back to top button