Ji ber Emerîkayê destûr da dagirkeriya dewleta Tirk, gelên li herêmê bi hêrs in.
Şêniyên bajarê Qamişlo, dema konvoya hêzên Emerîkî ji bajêr derbas bûn nerazîbûnên xwe anîn ziman û kevir avêtin hêzên Emerîkayê.
Şêniyên bajarê Qamişlo li pêşiya konvoya hêzên Amerîkayê ku ji Bakur û Rojhilatê Sûrî derdikeve girt, helwesta xiyanetê şermezar kir û ew dan ber keviran.
Nerazîbûnên li bajêr demeke dirêj dewam kir.
Bi destpêkirina êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, hêzên Amerîkayê ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê vedikşiyan, erka xwe bi cîh neanîn û rê li ber dagirkerî û komkujiyên dewleta Tirk vekirin.
Ev yek tevî Rêveriya Xweser di nav cîhanê de jî rastî rexne û nerazîbûnan hat.