Îro Kombûna Jinan a Zenobya bi boneya sersaxiyê ji bo 29 endamên Hêzên Têkoşîna Dijî Hişbirê serdana navendên jin û giştî yên hêzên ewlekariya hundirîn ên reqa kirin.
Kombûna Jinan a Zenobya destpêkê serdana navenda hêzên ewlekariya hundirin a jin û giştî kirin û sersaxî ji wan re xwestin.
Kombûnê serdana endamên Hêzên Têkoşîna Dijî Hişbirê kirin ku di êrişa dewleta Tirk a dagirker de birîndar bibûn kirin.
Şandeya jinan ji aliyê rêveberên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve hatin pêşwazîkirin.
Di serdanê de li ser navê her du aliyan axaftin hatin kirin û da xuyakirin ew ê heta dawî xwedî li ax û destkeftiyên xwe derkevin.
Piştre endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn axivî û got:
Em bi şehadeta 29 hevalên xwe xemgîn û serbilindin.
Dema em bibînin ku hemû saziyên me piştgiriyê didin me te wateya ku em li ser riya rastiyê ne.
Em bi piştgiriya saziyên xwe bi hêztir dibin.
Kombûna Jinan a Zenobya dawiya serdanê de soza şopandina xeta şehîda dan û rozên ku wêneyên 29 şehîdan li ser diyarî endaman kirin