Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi nasnameya xwe ya dizî û talaniyê tên naskirin, hîn dîmenên diziya li Efrînê kirine li pêşiya çavê me ne.
Çeteyên dewleta tirk xêr û bêrê xelkê Girê Spî didize û dişîne Tirkiyê.
Her wiha li Silûkê jî xebatkarekî tendirûstiyê kuştin.
Li gorî çavkaniyên ji Girê Spî hatine çeteyên dewleta Tirk a dagirker piştî ku gundê Dehlîz ê Girê Spî dagir kirin, dest bi talankirina depoyên genim ên gund kirin.
Di depo de, 11 hezar û 400 ton genim hebû.
Çete genimê ku didizin, her kîloyekî bi 25 an 30 leyreyên sûrî difroşin û derbasî Tirkiyê dikin.
ÊRÎŞÊN DEWLETA TIRK A DAGIRKER
ÇETEYAN KARMENDEKÎ NEXWEŞXANEYA SILÛKÊ KUŞTIN
Li aliyekî din û li gorî agahiyên çavkaniyên herêmê ji Girê Spî daye, çeteyên artêşa Tirk a dagirker xebatkarê nexweşxaneya bajarokê Silûkê yê bi navê Mihemed Bozan Seîdî bê sedem kuştin.
Her wiha çete erebeyên sivîlan li ser rêyan dike hedef, şêniyan direvînin û fîdya ji malbatên wan dixwazin.